Çile 26, 2026 11:59 Asia/Tehran
  •  Parlimana Iraqê dema lidarxistina civîna hilbijartina serokomar ragehand

Serokê parlimana Iraqê, derbarê lidarxistina civîna hilbijartina serokomarê vî welatî di roja sêşemiya vê heftiyê de agahî da.

Heybet Helbûsî, serokê parlemana Iraqê, bi tekeziya ser giringiya vê civînê ragehand: Roja Sêşemê, parliman dê civîneke taybet ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê li dar bixe.Her du partiyên sereke yên Kurd li Iraqêhîn li ser berbijarekî hevpar ji bo posta Serokomartiya vî welatî li hev nekirine. Fuad Hisên,  berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Nizar Mihemed Seîd, wekî berbijarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hatin nasandin.Kûran Fethî, endamê YNK`ê, ji reftar û helwêsta PDK`ê li ser vê mijarê matmayî ma û ragihand ku serokomartî mafê qanûnî û siyasî yê YNK`ê ye. 

Serepeyv