Çile 26, 2026 19:59 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Iraqê: Em piştgiriyê didin Komara Îslamî ya Îranê

Sekreterê Giştî yê Ketaibê Hizbullaha Iraqê wek berteka li himber alûgurên navçê ser piştgiriya cidî ji Îranê tekez kir.

Hecî Ebû Hisên Hemîdawî, Sekreterê Giştî yê Ketaibê Hizbullaha Iraqê, di daxuyaniyekê de ragihand ku em bangî birayên xwe yên micahid û têkoşer li rojhilat û rojavaya erdê dikin û ji her kesê ku di dilê xwe de îman û bawerî heye û ji Xwedê û Pêxemberê wî hez dike û yeqîn heye ku rûmet ji bo Xwedê, Pêxemberê wî û  kesên momin û bawermendan e û her wiha  ji her kesê ku qebûl nake ku bereya kufr û durûtiyê li ser mirovên momin û bawermed serdest bibin, ku ji bo şerekî giştî amade bibin ku piştgiriyê bidin Komara Îslamî ya Îranê  ku zêdetirî 40 salan wekî kela û rûmeta umet li kêleka  kesên bindest û istûxwar û hemî pirsgirêkên berheq ên  umeta Mihemed( S) sekinîye û qet bala xwe nedaye ol, reng an nijadê.

Serepeyv