Ragihandina dema civîna parlimana Iraqê ji bo bijartina Serokomar
Çile 25, 2026 18:03 Asia/Tehran
Serokê parlimana Iraqê ragihand ku civîna ji bo bijartina Serokomarê vî welatî yê roja sêşemê were lidarxistin.
19 berbijar ji wan Fuad Hisên berbijarê PDK u Nizar Amêdî yê YNK yê jibo bidestxistina posta Serokomartîya Irqê bikevin rikeberîyê.
Ev civîna yê di halekî da were lidarxistin ku Iraq di atmosfereke sîyasî ya hestyar da ye û bijartina serokomar dikare roleke dîyarker di misogerkirina nijyara serwerî, hevsengîya sîyasî û siberoja welêt da hebe. Li gorî qanûna bingehîn a Iraqê, civîna bijartina Serokomar bi amadebûna zêde ji du ji sêyê parlimanteran tê lidarxistin û Serokomar di qonaxa yekem da bi du ji sêyê dengan tê bijartin.