Nuceba: Amerîka berpirsyarê bûyerên li Sûrîyê ye
Serokê Konseya Kargêr a Tevgera Nucebayê ya Iraqê, Amerîka berpirsê tam ê bûyerên li Sûrîyê diqewimin, zanî û got: Divê ev rastîya li medyayan u raya giştî were hilêxistin.
Şêx Nazim Seîdî bal kişand ser bêbextîya Amerîkayê himber kurdên Sûrîyê û got: Baştirîn bersiva kurdan li himber xîyaneta Amerîkayê `` hevkarîya emnî bi Mêhwera Berxwedanê ra u hevahengîya bi wan kesana ra ye ku bêbextî li wan nekirin û hertim alîkarî dan wan û di rewşa herî dijwar da li rex wan sekinîn û dema ku ji hêla DAIŞê va hatin dorpêçkirin u hevpeymanên rojavayî ew tenê hîştin, ji dil u can berevanîya wan kirin.
Serokê Konseya Kargêr a Tevgera Nucebayê ya Iraqê di dawîyê da derbara ewlehîya navçeyê da ji dewleta Iraqê rexne kir û got: Tevî dûhatên ku bi awayekî rasterast gefê li herêmê û ewlehîya netetwî ya Iraqê dixwon, hela jî dewleta Iraqê helwesteke berbiçav a şayanî gefên hanê nîşan nedaye.