Jordabirina asta amadebûna hêzên iraqî li sînorê vî welatî u Sûrîyê
Hevgavê tundbûna pevçûnan li Sûrîyê, rayedarên iraqî pêgirî ser pêwîstîya hişyarbûna hêzên leşkerî u emnî yên vî wealtî ji bo sekinîna himber her gefa ihtimalî ya terorsîtî di hundurê vî welatî da kirin.
Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê di civîneke emnî û sîyasî ya digel rayedarên vî welatî da amajeyî bûyerên vê dawîyê li Sûrîyê u ihtimaal revîna terorîstên DAIŞê ji girtîgehên li Sûrîyê kir u pêgirî kir ku pêwîst asta tivdîrên emnî û amadebûna hêzên iraqî li sînorê hevpar yê di navbera vî welatî u Sûrîyê da were jordabirin.
Di vê civîna emnî û sîyasî ya berpirsên sîyasî yên iraqî da ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê, endamên Çarçoveya Hevahengîya Şîeyan, Rêxistina Heşdi Şe`bî u Cîgirê Fermandarê Odeya Operasyonên Hevpar a Hêzên Çekdar a vî welatî hat lidarxistin, rewşa emnî ya seranserê vî welatî hat hilkolandin û rayedaên beşdar basa asta amadebûna hêzên leşkerî u emnî û çawanîya sekinîna himber gefên ihtimalî kirin u pêgirî kirin ku pêwîst e hewlên emnî û hevahengîya dezgeh u rêxistinên emnî û leşkerî ji bo parastina istiqrar û ewlehîya mayinde li Iraqê bên zêde u xurtkirin.
Basim Ewadî Berdevkê Hikûmeta Iraqê bal kiaşnd ser vê yekê ku Bexda ji ber bûyerên Sûrîyê, neçar ma ku biryarên emnî yên demlidest ji bo sekinîna himber gefên terorîstî bide û got: Veguhestina terorîstên DAIŞê ji Sûrîyê bo Iraqê, pêngaveke pêşîlêgirane di çarçova parastina ewlehîya netewî ya vî welatî da ye.
Basim Ewadî amajeyî alugurên lezgîn ên Sûrîyê kir u got: Rewşa vî welatî bi awayekî lezgîn diguhere û ji ber vê yekê pêwîst e ku biryarên bingehîn û demlidest bên dayîn. Sebah Numan Berdevkê Serfermandarîya Hêzên Çekdar a Iraqê amajeyî wergirtina yekem koma terorîstên DAIŞê ku ji 150 kesî pêk dihat, ji kempên Sûrîyê kir u tekez kir ku pêwîst e zûka dîwana wan terorîstana bikin, Falih Feyyaz Serokê Rêxistina Heşdi Şe`bîyê jî di daxûyanîyekê da pêgirî ser pêwîstîya jordabirina asta hişyarbûna emnî u amadebûna tam a himber gefên ihtimalî yên terorsîtî kir. Falih Feyyaz xwest ku bi awayekî ciddî himber her liv u tevgera biguman an gefên terorîstî dijî gel u axa Iraqê rawestin.