Çile 22, 2026 12:07 Asia/Tehran
  • Veguhestina terorîstên dais`î yên girtî ji Sûrîyê bo Iraqê

Fermandetîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku veguhestina terorîstên dais`î yên li Sûrîyê destesr bûne, ji vî welatî bo Iraqê dest pê bûye, kiryara ku careka din rola Amerîkayê di veguhestin u birêvebirina terorîstan li herêmê da berbiçav dike.

Ev operasyona veguhestinê bi idiaya girtina pêşîya revîna terorîstên daişî u xurtkirina ewlehîya girtîgehan û cîyên xweyîkirina wan tê lidarxistin, lê di qonaxa yekem da herîkêm 150 endamên DAIŞê yên desteserbûyî ji Sûrîyê bo Irqê hatine veguhestin û biryar e ku ev demajoya qonax bi qonax were domandin.

Li gorî daxûyanîya Fermandetîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, bi giştî yê 7 hezar terorîstên dais`î ji kemp u girtîgehên bakur-rojhilata Sûrîyê bo navendên di bin kontrola dewleta Iraqê da bên veguhestin, ev yeka bûye sedema zêdebûna dilnigeranbûna derheq dûhatên emnî ji bo Iraq u herêmê.

Eva di halekî da ye ku çavdêr ser vê bawerê ne ku hebûn u liv u tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê, ne tenê nebûye sedema kokbirrbûna terorîsmê, belku bûye sedema bê-ewlehîtî u bê-istiqrarî careka din serî hilde.

Serepeyv