Çile 21, 2026 18:01 Asia/Tehran
  • Dadgeha Federla a Iraqê gilîya berbijarên serokomartîyê yên dûrxistî yekalî kir

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro gilî û gazindeya berbijarên serokomartîyê yên dûrxistî bi fermî zelal kir u dûrxistina 24 berbijarî pesend kir u biryara zivirîna 4 berbijaran da. Di vê navberê da Mele Bextîyar yek ji berbijarên herî dîyar di nav ên dûrxistî da ye.

Li gorî daxûyanîya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, 4 berbijarên zivirîn meydana rikeberîyê ev in: Xalid Sidîq Ezîz, Azad mecîd, Rafi Ebdullah u Salim Hewas.

Di dawîya meha derbasbûyî da, xweberbijarkirina bo posta Serokomartîya Iraqê dest pê bû û heta 5ê vê mehê 81 kesî karnama xwe pêşkêş kir ku Mele Bextîyar yek ji wan berbijarana bû ku bi hegera rabernekirina regeznama iraqî ya dîya xwe ji berbijarbûnê hat dûrxistin u wî nerazîbûn nîşan da, lê negihîşt ti encamekê. Eva di halekî da ye ku YNK Nizar Amêdî bi fermî wek berbijar ji bo vê postê nasandîye u PDK jî Fuad Hisên u Newzad Hadî.

 

Serepeyv