Çile 20, 2026 18:10 Asia/Tehran
  • Tekeziya Iraqê ser dabînkirina ewlehiya sînorên di navbera Iraq û Sûriyê de

Ebdulemîr Şemerî, Wezîrê Navxwe yê Iraqê û Qasim Mulsih, Fermandarê opersyona Enbarê li Heşda Şeibî ragehandin ku sînorên di navbera Iraq û Sûriyê de bi tevahî ewleh û di bin kontrolê de ne.

Şemerî got ku Iraqê ji çend salan berî niha ve alûgurê Sûriyê pêşbînî kiriye û tedbîrên leşkerî û teknîkî yên berfireh jibo parastina sînoran, bi taybetî li rexê Sûriyê hatine girtin. Li gorî gotina wî, xendeqeke 620 kîlûmetreyî li dirêjahiya sînor hatiye kolandin û kamêrayên germayê yên pêşketî bi şev û roj sînoran dişopînin. Sînorparêz rasterast li himber her aliyê ku li sînor nêzîk bibe bertekê nîşan didin û bi piştgiriya hêza Hewayî hemû hêz di amadebaşiya tam de ne. Qasim Muslih jî tekez kir ku dê îznê nedin tu aliyek ji sînorê Sûriyê derbasî Iraqê bibe. Ev gotin di demekê de tên hilêxistin ku nakokiyên leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûne.

 

Serepeyv