Çile 19, 2026 14:52 Asia/Tehran
  • Nasandina Nûrî Malikî wek serokwezîr di vê heftiyê de

Endamekî Çarçoveya Hemahengiyê got ku dê vê hefteyê berbijarê Çarçoveyê jibo posta serokwezîrtiya Iraqê were ragihandin.

Baqir Saidî yek ji endamên Çarçoveya Hemahengiyê, îro Duşemê got ku berbijarê Çarçoveyê dê vê hefteyê ji bo posta serokwezîrtiyê were ragihandin.

Saidî got ku ku lihevkirinên komên Çarçoveya Hemahengiyê ji bo piştgiriya Nûrî Malikî ji bo posta serokwezîrtiya hikûmeta pêşerojê gihîştiye qonaxa xwe ya dawiyê. Wî her wiha got ku Çarçoveya Hemahengiyê  di vî warî de daxûyaniyeke fermî (ji bo bi fermî ragehandina berbijartiya Malikî)bide weşandin. 

Mihemed Cemîl Meyahî parlemanterê Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî, serokê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û serokwezîrê berê, dê di mideha 72 sietên bê de wek berbijar were nasandin. Li gorî nûçeyeke din Seyid Emar Hekîm rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî, bi Nûrî Malikî re hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de her du aliyan tekezî ser çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Iraqê bi îradeya neteweyî kirin.

 

Serepeyv