Çile 19, 2026 13:52 Asia/Tehran
  • Şandina hêzên Heşda Şebî bo parêzgeha Neynewayê hevdem ligel revîna endamên DAIŞê li Sûriyê

Heşda Şebîyê bi şandina hêzan bo zîvala sînorî ya di navbera Sûriyê û Iraqê berpirsiyariya dabînkirina ewlehiya parêzgeha Neynewayê girt destê xwe.

Piştî lihevkirina  şeva buhurî di navbera  nûnerên Şamê û HSD  û revîna bi hezaran girtiyên DAIŞê ji zindanên HSD, Heşda Şeibî ya Iraqê  bi şandina hêzên cengê Hêzên Berteka Lezgîn ber bi navçeyên zîvala sînorî ya di navbera Sûriyê û Iraqê de berpirsiyariya dabînkirina ewlehiya vê navçeyê piştî revîna endamên DAIŞê ji zindanên li rojhilatê Sûriyê girt istûyê xwe.

 Revîna bi dehan kirêgirtiyên DAIŞê ji girtîgehên HSD bû sedem ku hikûmeta Iraqê tivdîran bike ku pêşiya ketina muhtemel a endamên DAIŞê bigre. 

 Di vê çarçoveyê de Fermandariya Hêzên Heşda Şeibî li Parêzgeha Neynewayê bi şandin yekenîneyên xwe yên leşkerî bo herêmên sînorî yên vê parêzgehê ku li pêşberî rojhilatê Sûriyê ne, pêşiya her cure hewldana endamên DAIŞê bo ketina nav axa Iraqê an kiryarên terorîstî ji aliyê wan ve girt. 

Her wiha hat ragihandin ku beşek ji hêzên Heşda Şeibî li bircên nobedarîyê li herêmên sînorî yên vê parêzgehê bi cih bûn.Hin ji hêzên Berteka Lezgîn ên Heşda Şeibî jî li zîvala  sînorî ya di navbera Iraq û Sûriyê de bi cih bûn.

 

Serepeyv