Hêzên amerîkî ji binkeya Eyn ul Esedê vekişîyan
Wezareta Berevanîya Iraqê ragihand ku hêzên amerîkî ji binkeya Eyn u Esed li parêzgeha Enbarê ku ketîye rojavaya Iraqê, vekişîyan.
Wezareta Berevanîya Iraqê ragihand ku piştî vekişîna hêzên amerîkî ji Eyn ul Esedê, ev binkeya dê radestî artêşa Iraqê were kirin.
Hisên Elawî Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê berî vîya gotibû ku piştî lihevkirina dewleta Iraqê u Amerîkayê ji bo bidawîhanîna erkdarîya hêzên vî welatî di Îlona di sala 2024ê da, li gorî daxûyanîya hevpar, bicihanîna wê biryarê di Îlona sala 2025ê da dest pê bû, erkdarî bi dawî hatîye û valakirina binkeya Eyn ul Esedê jî li gorî lihevkirinên berê ye.
Şayanî gotinê ye ku parlimana Iraqê di sala 2020î da qanûna derxistina hêzên amerîkî u bîyanî ji wî welatî pesend kir, lê hêzên dagirker ên amerîkî hela jî li hin beşên axa Iraqê hene û çavdêr valakirina binkeya Eyn ul Esedê nîşana serketina sitratejîk a Bereya Berxwedanê li Iraqê dizanin.