Çile 17, 2026 17:20 Asia/Tehran

Bi derbasbûna nêzî du mehan ji hilbijartinên parlemana Iraqê û hilbijartina serokê nû yê parlemana vî welatî û cîgirên wî hîna erk û rola serokkomarê nû yê vî welatî û her wiha serokwezîr nehatiye diyarkirin.

Ebdulsemed Zerkûşî, endamê Çarçoveya Hemahengiya Komên Siyasî yên Şîe yên Iraqê, ragihand ku ji ber nakokiyên eşkere pêvajoya hilbijartina serokkomartiyê dê ne hêsan be û pêşbînî kir ku ev nakokî di civînên dengdana parlemanê de zêdetir jî bibin.

Vî rayedarê siyasî yê iraqî her wiha got: Di civîna dengdana  jibo berbijarên serokkomariyê de hêjatîya hin berbijaran dê ji ber berçavnegirtina pêwîstîyên qanûnî neyê qebûlkirin. Berbijarên mayî yê di nava parlemnaê de hevrikiyê bikin  û muhtemel e ku karê hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê tenê di civînekê de neghêje encamê.Posta serokkomariyê wek para Kurdan tê hesabê lê partiyên Kurd hîn li ser berbijarekî hevegirtî li hev nekirine. Ji aliyê din ve Bêsitûn Fayiq, cîgirê Serokê Polîtboroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê, roja civîna bê ya di navbera partiyên Kurd de eşkere kir û piştrast kir ku heftiya bê em ê bibin şehedê civînek girîng bona axiftina li ser avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mijara berbijarê serokkomariyê. Civîna bê yê bibe xala werçerxanê ya giring bona bidestxistina rêkeftina dawîn li ser meselên mayî yên çaresernebûyî.

Ji aliyê din ve, Casim Mihemed Cefer yek ji kesayetiyên navdar ên Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û parlenaterê berê yê Iraqê ragihand ku raporên weşandî li ser avakirina fraksiyonek nû ya parlemanê ku ji Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û fraksiyona Nûavakirin û Geşepêdanê hîn jî di qonaxa nîqaş û nirxandinê de ne û biryara dawî hîn nehatiye dayîn.

Cafer her wiha got ku hevdîtina Nûrî Malikî, serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û Mihemed Şiya Sûdanî  ji ber lihvekirina li ser berbijarê din ê serokwezîriyê ku bû sedema vekişîna Sûdanî ji hevrikiyê ser xêra Malikî ku pêk dihat.

Cefer her wiha got ku ger lihevkirinek dawîn li ser avakirina vê fraksiyonê pêk were fraksiyona herî mezin yê di çarçoveya hemahengî û li parlimanê be. 

 

Serepeyv