Çile 14, 2026 14:33 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê yê Iraqê û Serokê parlimana vî welatî civîyan

Balyozê Îranê yê Iraqê u Serokê nû yê Parlimana vî welatî civîyan û her du alîyan di vê civînê da pêgirî ser domandina peywendîyên dualî kirin.

Mihemed- Kazim Alê-Sadiq Balyozê Îranê yê Iraqê di hevdîtina tev Heybet Helbûsî Serokê Parlimaan vî welatî da careka din bijartina wî bo vê postê lê pîroz kir û pêgirî ser girîngatî u lidarxistina serkeftî ya hilbijartinan li Iraqê kir.

Alê-Sadiq di vê hevdîtinê da herwiha basa hin hûrgilîyên alugurên vê dawîyê li Îranê û çawanîya sûdwergirtina narewa ya dijminan ji nerazîbûnên ji ber rewşa aborî yên gel u veguhertina wan bo şîdetê kir. 

Helbûsî jî got ku ewlehîya her du welatan girêdayîyê hev e u hêvî kir ku pirsgirêk bên çareserkirin.

Ji hêla din ve, Wehîd Celalzade Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di Beşa Konsulxane u Meclisan da jî bi Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Alîkarê Serokwezîrê Iraqê ra hevdîtin pêk anî û her du alîyan di vê hevdîtinê da pêgirî ser pêwîstîya xurtkirin u pêşxistina hevkarî u peywendîyên her du welatan bi awayekî ku ser xêra her du alîyan be u istiqrara herêmê xurt bike, kirin. 

 

Serepeyv