Hekîm: Bêyî serdestîya li sînorên hewayî, serwerîya Iraqê pêk nayê
Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê pêgirî ser pêwîstîya hevahengî u hevgirtina rêxistinî di navbera artêş, hêzên emnî, Heşdi Şe`bî u Hêzên Pêşmerge da kir ta ku bi vî awayî artêş bibe mêhwera sereke ya berevanîya ji serwerîya Iraqê.
Seyîd Emmar Hekîm pêgirî kir ku gefên hewayî yên fenanî bi xwofirr u mûşekên hişmend kir u ragihand ku bêyî kontrolkirin u serdestîya li sînorên hewayî, serwerîya Iraqê pêk nayê. Seyîd Emmar Hekîm herwiha mertala esmanî dosîyeke istiratejîk zanî ku hewcedarê dabînkirina bûca guncav, rahênan, plankarîya pêşketî û cîgirtina di rêza ewlewîyetên netewî da ye. Hekîm di dawîyê da birjkirina sîstemên datayên leşkerî û hişyarkirina zûdem pêwîst zanî û pêgirî ser rola serdestbûna di warê lêzanînan di girtina pêşîya qeyranan da kir.