Çile 05, 2026 13:06 Asia/Tehran

Serokomarê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya berçavgirtina xişteya demê ya dîyarkirî di qanûna bingehîn da ji bo hilbijartina Serokomar u Serokwezîrê vî welatî da kir.

Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel Ebdulhisên Mûsewî Serokê Hevalbendîya Rêbaza Netewî da, rewşa sîyasî ya Iraqê û mêkanîzmên pêkanîna hikûmeta bê hilkoland u pêgirî ser girîngatîya pişikdarî, rêkevtina netewî u raserzanîna berjewendîyên welêt bi merema pêkanîna hikûmeteke kara bi şîyana çareserkirina pirsgirêkên aborî u emnî kir. 

Serokomarê Iraqê herwiha pêgirî kir ku pêwîst e dema dîyarkirî ji bo hilbijartina Serokkomar u Srokwezîr a di qanûna bingehîn da hatîye dîyarkirin, were berçavgirtin. 

Mûsewî jî di vê hevdîtinê da ji ber lihevnêzîkirina nêrînên komên sîyasî yên curbicur destxweşî li Serokomarê Iraqê kir u ragihand: Hevalbendîya Rêbaza Netewî piştgirîyê dide her hewla ji bo xurtkirina gotûbêja avaker di warê pêkanîna hikûmeteke xurt ku daxwazên gelê Iraq pêk bîne.

Ajansa Nûçeyan a Me`lûmeyê jî ragihand ku Ebbas Serût parlimanterê berê yê iraqî got: Komên Çarçoveya Hevahengîyê pabendê dema qanûnî ya nasandina berbijarê posta Serokwezîrtîyê ne.

Serût herwiha got: Dema Serokomar hat hilbijartin, berbijarê posta Serokwezîrtîyê dê ji hêla Çarçoveya Hevahengîyê va li gorî xişteya demê ya dîyarkirî di qanûna bingehîn a Iraqê da wer nasandin. Çarçova Hevahengîyê dê wek fraksyona pirranî di nasandina berbijarê xwe da nemîne derengîyê.

Medyayên iraqî jî ragihandin navekî nû ji bo posta Serokwezîrtîyê hatîye hilêxistin. Medyayên hanê idia kirin ku Hevalbendîya Çarçova Hevahengîyê ya Iraqê hema bêje têkildarî berbijarbûna Basim Bedrî ji bo vê postê hvdeng in.

Berî vîya hatibû ragihandin ku basa Nûrî Malikî wek yek ji berbijarên vê postê tê kirin û Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê nika yê Iraqê şansek ji bo dewra duyem tineye. 

 

Serepeyv