Manovra Fermandeyên Serketinê hevgavê salroja şehîdbûna Serdar Silêmanî
Kanûn 31, 2025 18:07 Asia/Tehran
Manovra leşkerî ya Fermandeyên Serketinê hevgavê salroja şehîdbûna Serdar Silêmanî li Iraqê hat lidarxistin.
Hevgavê salvegera şehîdbûna hecî Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis ku li Iraqê ser navê ``şehîdbûn û serwerî`` tê naskirin, Dayra Têkoşîna Dijî Maddeyên Hişber a Heşdi Şe`bîyê ya Iraqê, manovra leşkerî u pisporî ser navê Fermandeyên Serketinê li meydana rahênan u perwerdê ya parêzgeha Dîyalê li dar xist.
Ev meşa bi armanca ceribandina hêzan di atmosfereke mînanî meydana rastî, jordabirina asta amadebûna hêzan ji bo operasyonê û jordabirina asta şîyanên pirofişinalbûnê hat lidarxistin, bi awayekî ku tam anegorî pêwîstîyên karên emnî û istandardên karê Hêzên Seferberîya Gelanî be.