Pirsgirêka yekalîkirina Posta Cîgirê Duwem ê Serokê Parlemana Iraqê
Şeva borî di du gerrêna hilbijartinê de, berbijrê Tevgera Helwêstê, Rêbwar Kerîm bi navbireke zêde li pêş berbijarê PDK yanê Şaxevan Ebdullah ket û di gera yekem de 153 bermaber 119 û di gerra duwem de 156 bi 102 bûn lê ti yek ji wan nekarî 50 zêde yekê dengên parlemanterên Iraqê bi dest bixe.
PDK piştî hewildaneke zêde bo serkeftina Şaxevan Ebdullah, biryar da berbijarê xwe biguherîne û Ferhad Etroşî bibe meydana rikeberiyê lê di vî warî de pirsgiêka yasayî heye; ji bo vekirina deriyê xweberbijarkirinê pêwîst e her du berbijarên niha paşde vekişin û Rêbwar Kerîm dibêje venakişim u niha rêya qanûnî ev e ku bi dengê piraniya parlemanteran an guherîna rêziknameya navxweyî ya parlemana Iraqê rêya berbijarbûnê vebe û berbijarê PDK were guhertin.