Birêkirina sembolîk a meytê şehîdên Heşdi Şebîyê li Iraqê nîşaneyeke yekitîya iraqîyan dijî dagirkerên amerîkî
Li Bexdaya paytexta Iraqê îro di merasimekê da bi awayekî sembolîk meytê şehîdên Heşdi Şebîyê hat rakirin u birêkirin, kesên ku di encama êrişa Amerîkayê ya ser bajarê Qayim li rojavaya parêzgeha Enbarê di sala 2019ê da hatin şehîdkirin û beşdarên vê merasimê careka din bêzarbûna xwe ji sîyasetên Amerîkayê ragihandin.
Di merasima rakirin u birêkirina sembolîk a meytê şehîdên Heşdi Şe`bîyê da, hemî rukn u dezgehên vê rêxistinê, fermandeyên emnî, kesayetîyên mezhebî û hejmareke berfire ya bijareyên civakê beşdar bûn. Di vê merasima sembolîk da, sindirûkên sembolîk danîn ser maşînan û ji cîyê bibîranîna şehîdan va ber bi Meydana Tehrîrê va bi rê ketin û beşdarên merasimê jî bi durişman cinayetên Amerîkayê yên kuştina gelê Iraqê şermezar kirin.
Muhenid Iqabî Rêvebirê Medyaya Heşdi Şe`bîyê dîyar kir ku ev merasima ji bo bibîranîna salvegera şeşan a şehîdbûna komeke têkoşerên Heşdi Şe`bîyê hat lidarxistin u got: Em îro li vir in ku hemî şehîdan bi bîr bînin u rêzê li wan bigirin û qedrê lehengên hanê bizanibin ku canê xwe di rêya parastina sînorên Iraqê da fida kirin u em herwiha hatine ku cinayetên Amerîkayê şermezar bikin.
Kerîm Kenanî Berdevkê Medyayî yê Heşdi Şe`bîyê jî di vê merasimê da got: Îro salvegera şeşan a şehîdbûna komeke lehengên Heşdi Şe`bîyê di encama êrişa Amerîakyê ser Qayimê li rojavaya parêzgeha Enbarê da ye u em hatine ku careka din vê cinayeta himber serwerîya Iraqê u qirrkirina gelê vî welatî û lehengên wî şermezar bikin.
Mihemed Ebû Xenîme endamê Desteya Bawerîyê ya Heşdi Şe`bîyê jî tevî şermezarkirina cinayetên Amerîkayê yên li Iraqê, got: Van şehîdana wekî şehîdên din, xwîna xwe di rêya berevanîya ji Islamê û parastina olê himber dijminên ku hewil didin olê ji kokê va ji nav bibin de, pêşkêş kirin.