Balyozê Îranê yê Bexdayê: Komên Berxwedêr bi awayekî serbixwe biryarê didin
Balyozê Îranê li Iraqê wek berteka himber destpêşxerîya komên iraqî ya ji bo pawankirina çekê, pêgirî kir ku ew komana gihêştine astekê ku dikarin xwe serê xwe biryarê bidin.
Mihemed- Kazim Alê Sadiq Balyozê Îranê yê Bexdayê bal kişand ser piştgirîya Îranê ji komên berxwedêr ên iraqî di têkoşîna dijî DAIŞê da u got: Peywendîya Îranê bi wan komana ra dîrokî u berdewam e û roja îro ew komana usa têgihîştî ne ku dikarin bi awayekî serbixwe biryarê bidin.
Wî pêgirî kir ku Têhran rêzê li biryarên dewleta Iraqê digire û bi tişta ku mafên komên berxwedêr u serwerîya dewletê biparêze ra bi awayekî erênî serederîyê dike. Balyozê Îranê yê Bexdayê herwiha pesna peywendîyên germ u nêzîk ên bi Herêma Kurdistana Iraqê re da û ji ber helwesta birûmet a vê Herêmê di dema şerê danzderojî yê dijî Îranê da sipasî u destxweşî li rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê da.