Jinavbirina veşartgehên DAIŞê li rojavaya Iraqê
Kanûn 20, 2025 17:50 Asia/Tehran
Fermandetîya Operasyona Hevpar a Iraqê ragihand ku balafirên cengê yên F-16 yên vî welatî 2 veşartgehên DAIŞê li bakura Rawe ser bi parêzgeha Enbarê ji nav birin.
Fermandetîyas Operasyona Hevpar a Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên emnî di encama operasyoneke emnî ya serkevtî da karîn 2 veşartgehên DAIŞê li bakura Raweyê ji nav bibin. Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku ev operasyona li gorî lêzanînên deqîq û plankarîya Fermandetîya Operasyona Hevpar hat şopandin u bi saya 2 balafirên cengê yên F-16 hat bicihanîn. Li gorî vê daxûyanîyê, di encama vê operasyonê da herwiha komeke terorîstên DAIŞê hatin kuştin û çek, alav u amadekarîyên locestîk ên wan jî hatin têkbirin.