Kanûn 19, 2025 18:40 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Ez hewil didim rewşa penaberên hejar bişopînim

Civata Giştî ya NY, Berhem Salih, Serokomarê berê yê Iraqê, wekî Komîserê Bilind ê nû yê Karûbarên Penaberan hilbijart.

Berhem Salih, Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY îro piştrast kir ku ew ê ji bo seferberkirina hin saziyan bona şopandina rewşa penaberên hejar hewil bide. Salih got: Ez pir şanaz im ku wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY hatime hilbijartin. Ez wekî penaberekî berê, ji nêzîk ve min dîtiye ku piştgirî û derfet çawa dikarin jiyana mirovekî biguherînin. Berhem Salih her wiha destnîşan kir: Berpirsiyariya min a herî mezin li himber penaberan û awareyên din parastina maf û rûmeta wan û hewildana jibo peydakirina çareseriyên mayînde ye ku garantî bike awarebûn wekî rewşek demkî dimîne, ne çarenivîsek dayimî.Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir ku wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hatiye hilbijartin.

Serepeyv