Rexneya ji dewama hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê
Çalakên iraqî, bêdengiya Bexda û Hewlêrê li hember dewama hebûna leşkerî ya Tirkiyê li axa Iraqê û êrişên leşkerî yên berdewam ên Tirkiyê ser axa vî welatî rexne kirin.
Hisên Elî Kerawî, Hevdengkirê Civata Bijareyên iraqî, amajeyî vî yekî kir ku piştî xwehilweşandina PKKê, idî hewce nake leşkerên Tirkiyê li axa Iraqê bin û bêdengiya Bexda û Hewlêrê li hember dewama êrişên leşkerî yên Tirkiyê ser axa Iraqê û got, dewama hebûna leşkerên Tirkiyê li axa vî welatî nayê qebûlkirin û ev bêdengiya dilnîgerankir e û hin pirsan li ser desthilatdariya netewî raber dike.
Kerawî bi ragihandina viya ku eva ku Bexda û Hewlêr bi awayekî fermî helwêstek nagirin ber xwe, lawaziya wan li hember dagirkeriya Tirkiyê nîşan dide û destnîşan kir: Êrişên Tirkiyê û hebûna wan li axa Iraqê binpêkirina aşkera ya desthilatdariya Iraqê tê zanîn û divê Bexda û Hewlêr dijî Tirkiyê helwêstên webir bigirin ber xwe.