Têkşikandina DAIŞê, mînaka rola fitwaya merceyê dînî, Heşdi Şe`bî u piştgirîya Îranê
Serokê Rêxistina Heşdi Şe`bîyê pêgirî kir ku fitwata cihada kefayî ya Ayetullah Sîstanî xala werçerxanê u faktora dîyarker di seferberîya gel u serketina Iraqê himber DAIŞê da bûye.
Falih Feyyaz Serokê Rêxistina Heşdi Şe`bîyê di daxûyanîyekê da bi boneya heştemîn salroja têkşikandina DAIŞê ragihand ku rola fitwaya cihadê ya merceyê dînî û damezirandina Heşdi Şe`bîyê u piştgirîya Îranê bi fermandetîya şehîd serdar Silêmanî rastîyên nayên inkarkirinê ne ku Iraq roja îro ewlehîya xwe deyndarê wan e.
Wî got ku 10 Kanûnê fidakarîya wan jin u mêrana bi bîr tîne ku ji bo berevanîya ji wer u nirxên pîroz ên Iraqê canê xwe fida kirin. Di vê navberê da rola birêxistina hêza Heşdi Şe`bîyê ku ji hemî pêkhateyên Iraqê ji bo berevanîya ji vî welatî hatin meydanê, ne ya jibîrkirinê ye.