Gengeşeya sîyasî bi dû xistina navê Hizbullah u Ensarullahê di lîsteya komên terorîst da li Iraqê
Belavbûna nûçeya xistina navê Hizbullaha Libnanê u Tevgera Ensarullah a Yemenê di lîsteya komên terorîst da ji hêla Lêjneya Darayî ya Bilokekirina Darayîyên Terorîstî va li Iraqê, bû sedema pêleke bertekên sîyasî û civakî li vî welatî.
Belavbûna nûçeya xistina navê Hizbullaha Libnanê u Tevgera Ensarullah a Yemenê di lîsteya komên terorîst da ji hêla Lêjneya Darayî ya Bilokekirina Darayîyên Terorîstî va li Iraqê, bû sedema pêleke berteka di nav derdorên sîyasî yên Iraqê da. Serokwezîrê Iraqê ferman da ku ev mijara demlidest were hilkolandin u berpirsên ev şaşitîya kirine bên nasakirin u pêgirî kir ku navê komên hanê bi şaşitî di lîsteya hanê da cî girtîye. Eva di halekî da ye ku Banka Navendî ya Iraqê jî fermana derxistina lezgîn a navê Hizbullah u Ensdarullahê ji lîsteya darayîyên bilokebûyî daye. Ev şaşitîya di halekî da qewimî ku komên sîyasî di halê muzakireyên giran ji bo pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Iraqê da ne. Vê bûyerê atmosfera sîyasî ya Iraqê zêdetir lihev aland û bû sedema hin pirsan têkildarî çavdêrî u kontrola ser dosîyên hestyar di vê qonaxê da. Îro li Bexdayê karwanekî maşînan bi rê ket, karwanê kes û maşînên ku alayên Hizbullah u Ensarullahê bilind kiribûn û hevgirtina xwe digel komên berxwedêr himber Rejîma Sîyonîst ragihandin. Bi dû vê şaşitîyê, hikûmeta Iraqê bi sererastkirna demlidest a lîsteya hanê û ravekirineke fermî, hewil da ku pêşîya tundbûna gêreyê bigire û pêgirî kir ku bicihkirina navê komên berxwedêr di lîsteya komên terorîst da, bi şaşitî bûye.