Berdewambûna operasyona hêzên iraqî dijî paşmayiyên DAIŞê
Kanûn 02, 2025 12:40 Asia/Tehran
Hêzên iraqî di operasyonekê dijî paşmayiyên DAIŞê da li rojavaya vî welatî, veşartgehên tekfîriyan têk birin.
Hêzên Iraqî, di operasyoneke îstîxbaratî de li kûratiya çola Enbarê, êrişî veşartgehên berê yên koma terorîst a DAIŞê li herêma Qaîmê kirin u di encamê da gelek çek û teqemenî ji wir keşf û zevt kirin. Di nava van veşartgehan de, gelek teqemenî û çekên kevn û rizî keşf û zevt kirin û ev çek û ji aliyê tabûra endezyariyê hema li cihê bûyerê hatin jinavbirin.