Çarçova Hevahengîyê ya Şîeyan êrişa ser meydana gazê ya Kormorê şermezar kir
Mijdar 28, 2025 19:20 Asia/Tehran
Çarçova Hevahengîyê ya Şîeyan êrişa ser meydana gazê ya Kormorê şermezar kir.
Çarçova Hevahengîyê ya Şîeyan pêgirî kir ku êrişa ser binesazîyên netewî, gefek dijî ewlehî, abor û istiqrara Iraqê ye. Nîveşeva çarşemê bi xwofirrekê êrişî meydana gazê ya Kormorê li herêma Çemçemalê hat kirin ku di encamê da berhemanîna gazê hat sekinandin û ceryana sedî 80yê niştecîyên Herêma Kurdistanê hat qutkirin. Serokwezîrê Iraqê jî tevî şermezarkirina êrişa ser meydana gazê ya Kormorê, ragihand ku lêjneyeke lêkolîna hevpar ji bo hilkolandina vê bûyerê hat damezirandin.