Li Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzidî hat dîtin
Mijdar 24, 2025 20:34 Asia/Tehran
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî diyar kir ku li Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzîdî hat dîtin.
Hisên Qaidî ragihand ku li başûrê navçeya Şingalê gorneke din a komkî a Kurdên Êzidî hatiye dîtin lê heta niha ne diyar e çend term di wê gornê de hene.
Wî got: Derdora gornê hatiye têlkirin lê ne diyar e çend term tê de hene. Divê Birêvebiriya Kar û Barên Gornên komkî a Îraqê wê gornê veke û em jî li benda wan in.
heta niha 94 gornên komkî ên Kurdên Êzidî hatine dîtin ku 70 ji wan hatine vekirin.