Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê wê hefteya bê werin eşkerekirin
Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê got ku encamên dawî yên hilbijartinên parlimanî yên vî welatî muhtemelen dê hefteya bê werin ragihandin.
Cumane Xelay got: Komîsyona Hilbijartinên Iraqê di halê şopandinê ji bo wergirtina encamên çiqên ku hîn encam neşandine ye.
Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê got: Dibe ku piştî nirxandina nerazîbûn û giliyan, hefteya bê encamên dawî yên hilbijartinên parlimanî yên welêt bên ragihandin.
Piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlijmana Iraqê, Mihemed Şîa Sudanî, Serokwezîrê vî welatî û serokê hevpeymaniya Avakirin û Pêşvebirinê, di gotarekê de pîrozbahî li hevpeymaniya xwe kir ji bo serkeftina wan a di bidestxistina hejmara herî zêde ya kursiyan de.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha ji ber serkeftina hilbijartinên li vî welatî pîrozbahî li hikûmet û gelê Iraqê kir.
Seyîd Ebas Iraqçî di peyamekê de li ser tora X`ê nivîsand: Pîrozbahiyê li milet û hikûmeta bira ya Iraqê dikim ji bo birêvebirina serketî ya hilbijartineke parlemanî ya ewleh û aram. Ev hilbijartin gavek girîng bû ji bo xurtkirina pêvajoya demokratîk li Iraqê û parastina serwerî û ewlehiya vî welatî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi biryar e têkiliyên xwe yên dostane bi Iraqê re di hemû warên bi dilê her du aliyan de, zêdetir ji berê xurt bike.