Encamên berayî yên hilbijatinê li Iraqê; Partîya Sûdanî pêşeng e u kurd di rêza sêyem da ne
Li gorî encamên berayî yên hilbijartina parlimana Iraqê, Partîya Jinûveavakirin u Pêşxistinê bi serokatîya Serokwezîrê vî welatî li pêş e.
Encama hejmartina dengên 1874 bazineyên hilbijartinê li Iraqê nîşan dide ku Partîya Jinûveavakirin u Pêşxistinê bi serokatîya Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê vî welatî bi saya bidestxistina 45 kursî ji 329 kursîyên parlimanê di rêza yekem da ye. Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi serokatîya Nûrî Malikî bi 30 kursîyan di rêza duyem da ye. Partîya Demokirat a Kurdistanê (PDK) u Partîya Teqedum ya sunneyan bi serokatîya Mihemed Helbûsî serokparlimanê berê her yek bi 27 kursîyan di rêza sêyem da ne. Tevgera Sadiqûn bi serokatîya Şêx Qêys Xez`elî wek yek ji komên sîyasî- cihadî yên herî girîng li Iraqê jî karî 26 kursîyên parlimanê bi dest bixe. Rêxistina Bedir bi rêbertîya Hadî Amirî koma din a sîysî- cîhadî li Iraqê jî 19 kursî bi dest xistin. Seyîd Emmar Hekîm Rêberê Hevalbendîya Alîyên Dewleta Netewî u Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî her yekê di vê dewrê da 18 kursî bi dest xistin. Hevalbendîya Sunne ya Ezmê bi rêbertîya Musenna Samerayî bi 16 kursîyan li pêş reqîba xwe yanî Hevalbendîya Sîyade ya bi rêbertîya Xemîs Xencer ket, hevalbendîya k udi vê dewrê da gellek deng ji dest dan u tenê 9 kursî bi dest xistin u dihat çaverêkirin gellek deng u kursîyan bi dest bixe.Hevalbendîya Esas bi rêbertîya Muhsin Mendelawî Cîgirê Serokê Parlimanê ku kurdê feylî ye, karî di vê dewrê da balê bikişîne u 7 kursîyan bi dest bixe.
Komîsarîya Bilind a Hilbijartinên Iraqê jî di daxûyanîyekê da dîyar ku beşdarîya herî zêde ya di hilbijartina parlimanî da li Bexda u Neynewayê pêk hatîye û ragihand ku bi dû hejmartina sedî 99.9ê dengan kivş bû ku asta beşdarîya di hilbijartina parlimanî ya Iraqê da sedî 56.11 bûye. Di vê dewra hilbijartinê da PDK 27 kurdî yanî du kursî kêmtir ji dewra berê, YNK 18 kursî yanî kursîyek zêdetir ji yên berê, Tevgera Helwesta Netewî 5 kursî, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê 4 kursî, Nivşa Nû 3 kursî yanî 6 kursî kêmtir ji yên dewra buhurî, Komela Islamî ya Kurdistanê jîkursîyek bi dest xist.
Bi dû ragihandina encaman, Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê basa destpêkirina lezgîn a muzakireyan ji bo pêkanîna kabîneyeke kêrhatî kir u wek rêberê partîya ku dengên herî zêde bi dest xistîye, pêgirî kir: Hikûmeta bê ya Iraqê, dê berjewendîyên hemî kom alîyan berçav bigire, heta yên kesên ku hilbijartin boykot kirin.