Beşdarîya zêdeyî sedî 55 ya gel di hilbijartina parlimana Iraqê da
Komsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku zêde ji sedî 55ê gelê vî welatî di hilbijartina parlimanê da beşdar bûye.
Komsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku zêde sedî 55ê gelê vî welatî di dengdana taybet u giştî ya hilbijartina parlimana vî welatî da beşdar bûye. Di dewama daxûyanîyê da wiha hatîye: 21 milyon u 404 hezar u 29 kesî mafê dengdanê hebû ku ji wan 12 milyon û 3 hezar u 143 kes di hilbijartinê da beşdar bûne ku ser vî esasî asta beşdarîyê zêde ji sedî 55 e. Di vê navberê da Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê jî ji ber beşdarbûna di hilbiajrtinê da destxweşî li gelê vî welatî kir. Sûdanî got: Bi saya serketina di rêkxistin u lidarxistina dewra şeşan a hilbiajrtina parliamnê, bi rêbaza qanûnî ya taybet bi xwe u anegorî destûra bingehîn a dayimî ya Iraqê, dewletê yek ji sozên herî berbiçav ên xwe ku di plana ragihandî ya wê da hatîye, pêk anî.
Ebduletîf Reşîd Serokomarê Iraqê jî bi dû bidawîhatina dewra şeşan a hilbijartina parlimana vî welatî pêgirî ser rêzgirtina li encama hilbijartinê û hewla bi morala welatparêzîyê ji bo pêkanîna kabînê û hikûmetekê kir ku bi rastî vîn û daxwaza gelê Iraqê temsîl bike. Wî herwiha got: Serketina di lidarxistina hilbijartina parlimanê da, pabendbûna gelê Iraqê bi rêya biaştî ya rêkxistin u lidarxistina hilbijartinan piştrast dike.
Seyîd Emmar Hekîm Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî di peyamekê da serketina di lidarxistina hilbijartinê di atmosfereke aram u bi hevgirtineke zêde ya gelê Iraqê pîroz kir u pêgirî kir: Ez ji dil u can sipasîya wan kesan dikim ku di vê hemaseya netewî da beşdar bûn.
Antonîyo Gotereş Sekreterê Giştî yê NY jî îro ji ber lidarxistina serkevtî ya hilbijartina parlimanê pîrozbayî li gelê Iraqê kir u pêgirî ser girîngatîya pêkanîna hikûmetê bi awayê aştîyane u di dema guncav da bi awayekî ku rengdana vîn u çaverêtîyên gelê Iraqê be, kir.