Mijdar 05, 2025 18:02 Asia/Tehran
  • Hilbijartina parlimana Iraqê u rikeberîya kurd, ereb u tirkmenan li Kerkûkê

Bere berê hilbijartina parlimana Iraqê, rikeberîya sê pêkhateyên sereke yanî kurd, ereb u tirkmenan têkildarî 12 kursîyên parêzgeha Kerkûkê tund bûye.

Di dewra buhurî ya hilbijartina parlimanê da, kurdan 7, ereban 3 u tirkmenan 2 kursî u Kirîstîyanan jî kursîyek bi dest xistin. Tê gotin ku di nav partîyan da, rewşa YNK ji ber ku parêzgarê Kerkûkê ser bi wê ye, ji ya alîyên din baştir e. Herwiha hatîye gotin ku nakokîya navxweyî ya Çiqa Kerkûkê ya PDK ji hegerên lawazbûna cîgeha wê ye. Ji hêla din va, axavtina dijî hev ya serok u birêvebirên PDK u YNK derbara Kerkûkê dayek ji taybetmendîyên vê dewra hilbijartinê ye. Di nav ereban da jî, çendberetîya di navbera Lîsteyên Teqeddum, Hevalbendîya Ereb, Hevalbendîya Vîn u Hesmê bûye sedema berbelavbûna dengan. Lê Tirkmen bi hevgirtineek zêdetir bi awayê du lîsteyan di hilbijartinê da beşdar in. Li Kerkûkê 958 hezar kesî mafê dengêdanê heye u ev bajara hertim navenda rikeberî u heta gêreyê di navbera pêkhateyan da bûye. Hilbijartina parlimana Iraqê yê di 11ê Mijdarê da were lidarxistin. 

Serepeyv