Mijdar 01, 2025 15:19 Asia/Tehran

Dezgeha Dadwerîyê hişyarî da Xemîs Xencer u axavtina bingengeşe ya Barzanî derbara Kerkûkê da

Bi dû axavtinên bigengeşe yên du serokpartî u bereyên Sunne u kurd ên beşdarê hilbijartina parlimanî ya Iraqê, Konseya Bilind a Dadwerîyê ya vî welatî derbara her cure axavtin û helwesta berovajî qanûnê ya berbijaran da hişyarî da.

Ev hişyarkirin bertek u bersivek himber gotinên vê dawîyê yên Xemîs Xencer Serokê Hevalbendîya Sîyadeyê ye ku alîkarîya Şî`yan bo gelê parêzgehên rojavaya Iraqê di dema êrişa ser DAIŞê da derew zanî. Hin alîyan jî ev axavtina Serokê Hevalbendîya Sîyadeyê bersivek hibmer gefa Mesrûr Barzanî ya bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo istandina Kerkûkê zanîn.

Konseya Bilind a Dadwerîya Iraqê hişyarî da berbijarên ku axavtinnê wiha bikin ku bê guman dê bi qanûnê hibmer gotin u helwestên bi vî rengî bertekê nîşan bidfe.

Ji hêla din ve, Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqêjî pêgirî kir: Armanca sereke ya lidarxistina hilbijartina pêşber, parastina destkevtan u hevgirtina ji bo siberojeke bi-istiqrar e.

Hekîm gelê Iraqê hişyarkir ku destkevtên di salên vê dawîyê da ji nav nebin. Ev destkevt bi xwîn, rondik, fidakarî û tamulkirina belayan bi dest ketine. Wî herwiah got ku hilbijartina pêşber li Iraqê hilbijartineke mêhwerî, hestyar û bêmînak e. Şayaî gotinê ye ku hilbijartina parlimana Iraqê yê di 11ê Mijdarê da were lidarxistin. 

Serepeyv