Mijdar 01, 2025 13:19 Asia/Tehran
  • Feyyaz: Heşdi Şe`bîyê hêza xwe ji gel wergirtîye ne ji çekê

Serokê Desteya Heşdi Şe`bîyê pêgirî ser rola taybet a meceyê pillebilind ê dînî di pûçkirina komployên dijî Iraqê da kir u tekez kir ku Heşdi Şe`bîyê hêz u şîyana xwe ji gel wergirtîye ne ji çekê.

Falih Feyyaz Serokê Desteya Heşdi Şe`bîyê herwiha got: Heşdi Şe`bî rukna bingehîn di proje u planên hikûmetê yên xizmetguzarîyê da ye. Wî got ku Heşdi Şe`bî bi merema şerê mayînê hat damezirandin. Şerê ku di wî da hin alî bi dû guhertina xerîteya bawerîyê ya Iraqê bûn, lê Iraqê karî komployan pûç bike. 

Ji hêla din ve, hêzên Heşdi Şe`bîyê di çend rojên buhurî da çeperên xwe li navçeyên nêzîkî zîvala sînorî ya bi Sûrîyê ra xurt kirine û binkeyên nû li rojavaya parêzgeha Enbarê danîne. 

Serepeyv