El Erecî: Em îznê nadin axa Iraq û Herêmê bibe cihek ji bo gefa ser Îranê
Cotmeh 20, 2025 19:00 Asia/Tehran
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê îro piştî ku derbasî Têhranê bû bi Elî Larîcanî, hevtûşê xwe yê îranî re hevdîtin pêk anî û li ser meselên dualî û navçeyî gotûbêj kir.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtina bi sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê de got: Em îznê nadin ti alî yan komekê ku bi rêya Iraqê gefê li ewlehiya Îranê bixwe.
Wî got em îznê nadin axa Iraq û Herêmê bibe cihek ji bo gefa ser Îranê. Li ser bi karanîna narewa ya axa Iraqê dijî Îranê di şerrê 12 rojî de, me li cem Konseya Ewlehiyê doz vekir.