Liv û tevgerên gumanbar ên DAIŞê nêzîkî sînorên Sûriye û Iraqê
Cotmeh 15, 2025 17:30 Asia/Tehran
Parlementerê iraqî derbarê liv û tevgerên gumanbar ên DAIŞê li nêzîkî sînorên hevpar ên vî welatî bi Sûriyê re hişyarî da.
Weid Qedo, parlementerê iraqî hişyarî da ku xetera komên terorîst ên li Sûriyê ku ji rewşa aloz a vî welatî sûda xirab werdigirin di halê zêdebûnê ye. Wî her wiha got: Sûriye bûye cihîyê gefa dijî ewlehiya neteweyî ya Iraqê bi taybetî li navçeyên sînorî. Qedo diyar kir: Dewama bêewlehîtîyê li Sûriyê bi taybetî li herêmên bakurê vî welatî dibe sedem ku şert û merc ji bo vejiyandin û vegera komên terorîst xweş bibin. Ev rewş rasterast gefê li ewlehiya Iraqê dixwe.