Cotmeh 15, 2025 16:29 Asia/Tehran
  • Terorkirina yek ji berbijarên hilbijartinên Iraqê

Endamên Hevpeymaniya Serweriyê derbarê terorkirina Sefa Meşhedanî endamê Encumena parêzgeha Bexdayê û berbijarê vê hevpeymaniyê agahî dan.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku teqîna li bajarê Taremiyê, li bakurê Bexdayê, bû sedema terorkirina Sefa Meşhedanî, yek ji rêberên hevpeymaniya Serweriyê û berbijarê hilbijartinên Iraqê.

Vîdyoyek li ser torên civakî hatiye weşandin ku nîşan dide Meşhedanî bi tirêmbêla xwe li kolanekê li Taremiyê, cihê ku wî jibo cihanîna hin bernameyên xwe yên hilbijartinê kivş kiribû digerîya ku agir pê ketiye. Muhemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê fermana avakirina komîteyekê jibo lêkolîna li ser terora vî berbijrarê parlemanê li Bexdayê da.

Serepeyv