Hewahengiya Bexdayê bi zêdetirî 20 paytextên cîhanê re ji bo xurtkirina şiyanên leşkerî
Cotmeh 15, 2025 14:29 Asia/Tehran
Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê ragihand ku Bexdayê di çarçoveya stratejiya ji bo curbecurkirina çavkaniyên alavên hêzên çekdar de bi zêdetirî 20 welatan re hevkariya leşkerî heye.
Yasir Îskender, parlemanter û endamê vê komîsyonê got: Dabînkirina hewcetiyên saziya leşkerî ya Iraqê di hemî beşên wê de ewlewiyeteke neteweyî û istûna sereke ya ewlehiya neteweyî ya welêt tê hesabê. Wî got ku Iraq, bi fehmkirina deqîq a pirsgirêkên ewlehiya herêmî, di halê cihanîna stratejiyeke tam û tekûz jibo zêdekirina şiyana leşkerî , jordebirina kêrhatîbûnê û parastina amadetiya hêzên .çekdar ji bo berevaniya ewlehî û aramiya welêt de ye