Rexneya Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ji gotinên Trump
Nûnerekî Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê îro tekez kir ku gotinên serokomarê Amerîkayê derbarê vê yekê ku Iraqê nifteke zêde heye, nîşana nêrîna kolonyalîstî ya Waşingtonê ser vî welatî ye.
Intisar Mûsewi, nûnerê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê, tekez kir ku gotinên Serokomarê Amerîkayê derbarê viya ku Iraqê nifteke zêde heye, nîşana nêrîna kolonyalîstî a Waşingtonê ser vî welatî ye û her wiha nîşan dide ku Amerîka vî welatî ne wekî hikûmetekî serbixwe, belku wekî çavkaniyek jibo serwetê dibîne. Mûsewi got: Gotinên Trump nêrîna Amerîkayê eşkere dike ku hîn jî Iraqê wekî xenîmetekê dibîne ku divê were talankirin. Waşington hewl dide ku serdestiya xwe ya aborî û siyasî li ser vî welatî bi rêya kontrola li ser beşa niftê û birêvebirina çavkaniyên wê bide sepandin. Lewma Amerîka qet wekî şirîkekê li Iraqê nenêriye belku wê wekî welatek dibîne ku hewl dide çavkaniyên wê îstismar bike û ji hikûmetên xwe jibo bidestxistina berjewendiyên xwe bacê bistîne.