Meşqa leşkerî ya Iraqê li sînorê bi Sûriyê re
Çavkaniyên iraqî derbarê meşa garda sînorî ya vî welatî li sînorên vî welatî bi Sûriyê re agahî dan.
Kanalên televîzyonê yên xwecihî yên Iraqê ragihandin ku hêzên garda sînorî ya Iraqê li sînorên hevpar bi Sûriyê re, li cihê ku terorîstên DAIŞê di nîvê sala 2014an de ji parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê êrişî Iraqê kirin û roja din ser Mûsil, Tikrît û beşên berfireh ên bakur û rojavayê Iraqê dagir kirin, meşa leşkerî li dar xistin. Li gorî gotina rayedarên leşkerî yên Iraqê, 300 wesayîtên zirxî û bi sedan leşker beşdarî vê meşê bûn. Ji aliyê din ve, hêzên HSD jî ji rêya parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê kontrola rexê din ê cihê ku DAIŞ derbasî wê bibû, girtine destê xwe.Serleşker Yasir Husêyn yek ji fermandên garda sînorî ya Iraqê jî ragihand ku ev perwerde bona ceribandina amadetiya leşkerî tê kirin û rêxistin di vê beşê de pir pabend e û moraleke baş heye .Hêzên Garda sînorî ya Iraqê teknolojiya pêşkeftî ji bo çavdêriya ser sînorê navneteweyî bi Sûriyê re bi dest xistine. Yekîneyên artêşa Iraqê û Hêzên garda sînorî ya Iraqê ser sînorê nêzîkî 620 kîlometreyî navbera Iraq û Sûriyê li kêleka komên çekdar ên Heşda Şeibî hatien bicihkirin. Mihemed Ebasî Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jî tekez kir ku hêzên Iraqî ji ber rewşa hestyar a Sûriyê, li halê pêkanîna operasyonan jibo xurtkirin û jordebirina asta şiyanên leşkerî û amûrên çavdêriyê li ser sînoran in. Wî her wiha tekez kir ku hêzên Iraqî li sînoran in ku dîwarê ewlehiyê li ser sînoran xurt bikin, ji wan danîna kamêreyan û kolandina xendeqên kûr li ser wê. Wî her wiha got: Rewşa aloz li Sûriyê jibo Iraqê dilnigeranker e ji ber vê yekê operasyonên xurtkirinê berdewam dikin.Hilbijartina cihekî ji axa Sûriyê ku DAIŞê ji wir êrişî Iraqê kiribû ji bo organîzekirina meşê peyamek ji bo terorîzmê ye.Seid Hedîsî karzanê ewlehiyê yê Iraqî got ku Iraqê vê dawiyê budceya ji bo hêzên ku li ser sînorên bi Sûriyê re bicîh bûne zêde kiriye da ku li ber pirsgirêkên ku ji ber ketina bermahiyên DAIŞê ji axa Sûriyeyê an torên qaçaxa madên narkotîkê û pirsgirêkên din derdikevin raweste.Wî got: nakokiyên di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyê û hikûmeta Sûriyê li Şamê mijara hevahengiya ji bo hêzên Iraqî pêwîst kiriye. Wî ev meş wekî peyama piştrastkirina Iraqiyan derbarê dubarenebûna senaryoya 2014an bi nav kir.