Cotmeh 14, 2025 12:26 Asia/Tehran
  • Girtina serkirdeyekî din ê partiya jinavçûyî ya Beisê li Iraqê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê serkirdeyekî din ê bi nav û deng ê partiya hilweşiyayî ya Beis li vî welatî girtin.

Çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Enbarê ragihand ku yek ji serkirdeyên bi nav û deng ê Partiya  hilweşyayî ya Beis ket kemîna hêzên ewlehiyê yên Iraqê . Ev serkirdeyê Beisî li deverên bakurê bajarê Felûceyê hate  naskirin û piştî operasyonên pêwîst hate girtin.Çalakiyên veşartî yên Partiya Beisî li parêzgeha Enbarê ev demek e ku bûye sedema dilnigeraniya gelê Iraqê. Pêştir hêzên Heşda Şeibî karîn ku  li operasyona herî nû ya ewlehiyê de Ebdulrezaq Ewde, yek ji serkirdeyên navdar ên Partiya Beis a hilweşiyayî, bigirin.

Serepeyv