Cotmeh 13, 2025 17:52 Asia/Tehran

Hejmarek siyasetmedar û endamên parlemana Iraqê bi rexnekirina helwesta hikûmetê vî welatî derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê li axa Iraqê ragehandin ku bi hilweşandina PKKê êdî ti hincetek ji bo hebûna leşkerên Tirkiyê li bakurê Iraqê tune.

Mihemed Rumeysî, endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê li parlemana Iraqê, got: Liv û tevgerên Tirkiyê ji çarçova dîplomatîk û serweriya neteweyî ya Iraqê derbas bûye û piştî hilweşandina PKK êdî Tirkiyê hincetek ji bo ragirtina leşkerên xwe tineye. Eqîl Fetlawî, berdevkê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, jî kiryara hikûmeta niha ya vî welatî rexne kir û got: Bêdengiya fermî  li himber destdirêjiyên berdewam ên Tirkiyê seyr ecêb e û vê pirsa rewa dixe rojevê ku gelo feydeya siyaseta derve ya niha çi ye? Wî diyar kir: Dîplomasiya Iraqê hîn jî lawaz û cihê şermê ye û nikare helwestek vebirr bigire ku nîşana viyana gel be. Hikûmet di dosiya xizmetên navxweyî de tûşî işkestê bû û niha  jî di warê berevaniya ji serweriya welêt de işkest xwrariye. Zêdebûna liv û tevgerên hêzên Tirkiyê li axa Iraqê di rojên derbasbûyî de siyasetmedarên Iraqî pir hêrs kiriye. Ew dibêjin ku Tirkiye di halê avakirina baregehên dayimî li Iraqê ye û bi azadiyek tam di kûratiya vî welatî de liv û tevgeran dike û hikûmeta Iraqê jî bêdeng maye. Çavkaniyên nûçeyan li Iraqê dibêjin ku agahiyên meydanî nîşan didin ku Tirkiyê dilê liv û tevgerên teknîkî û leşkerî heye bona ku bikeve deverên çiyayî yên bakurê Iraqê û dilnigeranî heye ku operasyona rawestana li ber terorîzmê bibe wek planeke demdirêj ji bo xurtkirina bandora Tirkiyê li axa Iraqê lewma gelê Iraqê  daxwaza helwestek zelal ji hikûmetê dikin ku pêşiya bandora Tirkiyê li axa Iraqê bigire.

Serepeyv