Cotmeh 12, 2025 16:27 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Talebanî û Sûdanî; tekezî li ser hilbijartina zelal û sipasî ji bo guhertina navê Balafirgeha Silêmaniyê

Di hevdîtina Bafil Talebanî û Mihemed Şiya Sûdanî da, du aliyan tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartina bê kêşe û binpêkariyê kirin û li ser mijarên têkildarî hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê axivîn.

Bafil Celal Talebanî di vê hevdîtinê da ji Serokwezîrê Iraqê xwest u pêvajoya şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê were lezandin da ku dema peredanê li Herêma Kurdistanê digel dewleta Federal a Iraqê bibe yek.

Du alî herwiha derbarê hilbijartina Parlimana Iraqê jî axivîn.

Bafil Talebanî sipasiya Sûdanî ji ber biryara wî ya ji bo guherandina navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bo Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî kir û got: Serokwezîrê Iraqê zarê şehîdekî ye, ji ber vê yekê giringiyeke taybet dide malbatên şehîdan û ev yek hêjayî qedirgirtinê ye.

Serepeyv