Hilbijartinên Iraqê, rastî yan xeyal?
Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlemana Iraqê van rojana kolanên Bexdayê û bajarên din ên Iraqê bi wêne û pankartan tijî bûne. Sûretên geş û biken ên berbijaran bi sloganên curbecur.
Di halekî de ku gelê Iraqê û tevgerên siyasî xwe ji bo hilbijartinên parlemanê amade dibin, pirsek li pişt kempêynên bangeşeyan derdikeve holê: Gelo wêne û slogan têra pêkanîna baweriyê dikin? Ango welatiyê iraqî êdî ferqa navbera xeyalên ku di kempêynan ji wî re difroşin û rastiya ku ew di jiyana xwe ya rojane de hîs dike, dizane? Welatiyên Iraqî gelek weide û soz bihîstine ku piştî berhevkirina sindoqên dengdanê hemî ji nav diçin û îro baştir ji her wextekî din fêm dikin ku hilbijartin ne mijarek bêwate yan sergermiyeke siyasî ye belku tenê rêya rizgarbûna ji işkestên berê ye û amûra herî baş e jibo vejîyandina demajoya siyasî ye. Rast e ku bi hezaran berbijar di vê dewreyê bi biryarên Komîsyonên durustkarî , berpirsiyarî û edaletê hêjatiya wan hatiye betalkirin û rast e ku gelek kesayetên berê cardinê vegeryane meydanê lê ev nayê wê wateyê ku bêhêvî bibin. Di her dewra hilbijartinê de, nifşek nû ji kesayetan beşdar dibin, ku em dikarin bi wan hêvîdar bibin.Iraq îro di dilê hevkêşeyek tevlihev de ye Ji aliyekî ve, ew bi zextên derveyî û ji aliyê din ve, bi pirsgirêk û dilnigeraniyên navxweyî re rû bi rû ye lewma wêne û dirûşme renge ku xeyal bin, lê hilbijartin bi xwe ne xeyal in, belku amûrek qanûnî û aştiyane ye ku ezmûnan selimandine rêya herîbaş ji bo aramiyê li welêt e.