Terorîzm û DAIŞ hincetên mayîna Amerîkayê li Iraq û Sûriyê
Zuhre Becarî, parlementera Iraqî, ji ber hincetên Amerîkayê ji bo derketina leşkerên wî welatî ji Iraqê rexne kir û got: Waşington hîna jî hinceta rawestana li ber terorîzmê jibo mayîna xwe li Sûriyê û Iraqê dişopîne.
Becarîyê bi ragehandina vê yekê ku piştî jinavbirina koma terorîst a DAIŞê li Iraqê, êdî ti hincetek ji bo mayîna leşkerên amerîkî li Iraqê tuneye, dîyar kir ku tam eyan e ku armanca sereke ya mayîna Amerîkayê li Iraq û Sûriyê serdestiya ser meydanên niftê û çavkaniyên xwezayî û rawestandina pêvajoya ji nû ve avakirina van her du welatan e. Lewma alozhiştina dayimî ya herêmê xizmeta bo berjewendiyên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst e. Parlemantera Iraqî bal kişand ser vê yekê ku hêzên Amerîkayê hîn jî li baregehên xwe yên leşkerî li Sûriye û Iraqê tên û diçin û got: Serokkomarê Amerîkayê dixweze mayîna hêzên wî welatî li herêmê qanûnî nîşan bide û dixwaze cardin terorîstan bi kar bîne da ku li herêmê bimînin.