Asta nifta hinarde bibe ya Herêma Kurdistanê yê 180 heta 190 hezar bermîl be
Wezîrê Niftê yê Iraqê ragihand: Ji bo cara yekem piştî 20 salan nifta Herêma Kurdistanê derdixe, radestî Şirketa SOMOyê tê kirin u di qonaxa yekem da yê rojê di navbera 180 u 190 hezar bermîlî da nift were hinardekirin.
Heyyan Ebdulgenî ragihand: Rêkevtinameya sêalî di navbera Hikûmeta Federal, Wezareta Çavkanîyên Xwezayî û Şirketa Niftê ya Herêma Kurdistanê da bi awayekî serketî hat wajokirin.
Wî herwiha got: Ji bo cara yekem piştî 20 salan nifta Herêma Kurdistanê derdixe, radestî Şirketa SOMOyê ku taybet ji bo firotina berhemên Wezareta niftê ye, tê kirin. Tîmên me îro ji bo amadekarîyên hinardekirina niftê ku yê di saet 6ê sibeya şemîyê da dest pê bibe, çûn Pêşxabûrê. Di qonaxa yekem da yê rojê di navbera 180 u 190 hezar bermîlî da nift were hinardekirin.
Wezîrê Niftê yê Iraqê herwiha got: Nika di rojê da di navbera 240 heta 250 hezar bermîl nift l iHerêma Kurdistanê tê derxistin ku ji wê 50 hezar bermîl ji bo pêwîstîya navxweyî ye.