Îlon 25, 2025 15:55 Asia/Tehran
  • Wezîrê dadweriya Iraqê: Hevhatina niftê bi Hewlêrê re serê xwe girt/ Miaşê karmendan wê bê dayîn

Wezîrê dadweriya Iraqê ragihand ku hevhatineka giştî li ser dosiyeyên niftê di navbera Bexda û Hewlêrê de bi dest ketiye û hikûmeta Fêdêral li berdêla şandina 120 mîlyard Dînar ji derhatên neniftî ji aliyê Herêmê ve, dê miaşê tîrmehê bide.

Xalid Şiwanî, ragihand ku evhatineka giştî li ser dosiyeyên niftê di navbera Bexda û Hewlêrê de bi dest ketiye. Wî herwiha pêgîrî kiriye ku konseya wezîran a Iraqê biryar daye miaşê Tîrmehê bide di halekî da ku konseya wezîran erkdar e 120 mîlyard Dînar ji derhatên neniftî ji hikûmeta Fêdêral re bişîne. Wezîrê dadweriyê amajeyî vî yekî kir ku li ser hemû dosiyeyên niftê de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevhatin pêk hatiye û herwiha got ku hevhatineka sêalî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Federal û kompaniyên niftê de ji bo ji nûve destpêkirina hinardekirina nifta Herêmê pêk hatiye û li ser derhatên niftê jî bi konseya hikûmetê re gihîştine hevhatinê.

Serepeyv