Îlon 20, 2025 13:31 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî iraqî: Heşda Şe`bî beşeke hêza berevanîya welêt e

Endamekî parlimana Iraqê got ku hêzên Heşdi Şe`bî beşeke şîyana berevanîyê ya vî welatî ne.

Emîr Me`mûrî endamê parlimana Iraqê pêgirî kir ku hewlên hin alîyan ji bo girtina pêşîya pesendkirina qanûna taybet bi hêzên Heşdi Şe`bîyê li parlimana vî welatî berovajî aqil û mentiqê ye. Wî herwiha got: Hêzên heşdi Şe`bî yek ji pêkhateyên dezgeha emnî u di bin çavdêrîya Serokwezîrê Iraqê da ne û ew hêza ji bo piştgirîya ji Iraqê û berevanîya ji welêt hatîye damezirandin. 

Me`mûrî herwiha got: Heşdi Şe`bî tenê Şî`eyên Iraqê temsîl nake belkî hêzên sunne jî li rex hêzên ji çîn u qatên din di vê rêxistinê da hene. 

Serepeyv