Parlemanterê Iraqî: Heşda Şebî hevkêşeyên leşkerî guhert
Îlon 15, 2025 15:02 Asia/Tehran
Parlimanterê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan li parlemana Iraqê tekez kir ku Hêzên Heşda Şeibî ji bo parastina aramiya vî welatî wek istûneke ewlehiyê ya girîng tên hesêb.
Muxtar Mûsewî got ku ew garantorê ewlehiya mayînde li Iraqê ne û wezaretên Karên Hundir û Berevaniyê bêyî piştgiriya van hêzana nikarin bixebitin.
Mûsewî tekez kir: Hêzên Heşda Şeibî karîn hevkêşeya leşkerî biguherînin û pîlanên DAIŞê bêencam bikin. Van hêzana di şerên rizgarkirina Iraqê da ji sala 2014an ve heta niha li himberî terorîstan rolek bibandor hebûne.
Wî her wiha got: Ji ber van fedakariyan divê qanûna têkildarî rêkxistina van hêzana li parlemanê were pejirandin.