Îlon 13, 2025 15:05 Asia/Tehran
  • Rola Wehabiyên nêzîkî Xemîs Xencer di kuştina pêşnimêjê mizgevta Bexdayê de

Kuştina nezelal ya pêşnimêjê mizgevta Nasir li Bexdayê ji aliyê alîgirên muftiyekî wehabî yê nêzîkî Xemîs Xencer ve rewşa siyasî û hilbijartinê li Iraqê hîn gurr kiriye.

Çavkaniyên agahdar ragihandin ku pêşnimêjê mizgefta Nasir li Durrreya Bexdayê, ji aliyê alîgirên muftiyekî wehabî ve hatiye kuştin ku têkildarî Xemîs Xencer e; kesayetîyê siyasî yê tundrew di nav komên sunne yên Iraqê de.

Ev muftiyê selefî ji firqeya Medxelî ye, ku siûdî li Iraqê û welatên din ên herêmê pişta wî digirin. 

Serokwezîrê Iraqê jî ferman daye ku komîteyeke pêderxistina rastiyan derbarê vê kuştinê de were avakirin.

Serepeyv