Rayedarekî iraqî: Em dê nehêlin ti kes derbarê hilweşandina Hêzên Heşda Şeibî de biaxive
Îlon 04, 2025 12:04 Asia/Tehran
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê got: Em dê nehêlin Amerîka yan welatên din derbarê hilweşandina Heşda Şebî de bi me re biaxivin.
Qasim Eirecî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê tekez kir ku welatê wî nahêle Amerîka yan welatên din derbarê hilweşandina Hêzên Heşda Şebî de biaxivin. Eirecî got: Wan daxwaz kir ku ev qanûn (Hêzên Heşda Şeibî) heta piştî hilbijartinên parlemanê were paşxistin, lê sedema vê çî ye?
Eirecî derbarê hegera wê de got: Ji min derbarê hegera vî karî nepirsin. Lê wî got ku qanûn li Iraqê dibe ku beriya dengwergirtinê hewcetî hebe bi tiştê ku wî wekî rawêjkariyên navxweyî û derveyî da zanîn.